Li Îranê lehî: 8 mirî
Li Îranê barana ku çend roj e dibare bû sebeba lehîyê, di encama lehîyê de herî kêm 8 kes canê xwe ji dest dan.
![Li Îranê lehî: 8 mirî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/IGNvmlP8Vdk1bcwSgjHq4Hcrfw8=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/01/li-irane-lehi-8-miri-0ec33d05.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Îranê hatine bidestxistin, li bajarên Fars, Sîstan-Belucîstan û Kîrmana ku li başûrê Îranê ne lehî çêbû.
Hat destnîşankirin ku di encama lehîyê de heta niha 8 kes canê xwe ji dest dan, 14 kes birîndar bûn û 2 kes jî winda bûn.
Li gorî agahîyan li welat hinek xanî û axir jî ji ber lehîyê xira bûne. Di encama xirabûna axiran de gelek heywan jî telef bûn.
Hat ragihandin ku xizmetên alîkarîyê ji herêma lehîyê re hatin sewqkirin û serwîsên acîl jî di rewşa hewarê da ne. (ÎLKHA)