Li Stenbolê operasyona “tiryakîfiroş”: Derheqê 30 kesan de qirarê binçavîyê
Li navenda Stenbolê, ji bona 30 kesên ku şikdar bên qefaltin di seatên serê sibê de operasyonên hevdem hat kirin.
Polêsa Stenbolê ji bona ku tiryakîfiroş bên qefaltin operasyon da destpêkirin.
Di operasyonê de piştî teqîbên teknîkî û fîzîkî li edresan lêgerîn hat kirin.
Di encama lêgerînê de gelek tiryak hat bidestxistin.
Hat destnîşankirin şikdarên ku hatin binçavkirin piştî qontrola tendusirtîyê hatin şîyandin Midirtîya Ewlehîya Stenbolê. (ÎLKHA)