Li Edenê bav û 2 lawên wî ji ber dûyê sobê canê xwe ji dest dan
Hat ragihandin li navçeya Yuregîra Edenê bav û 2 lawên wî yên ku tê diyarkirin ji ber sûyê sobê bi jehrê ketin canê xwe ji dest dan.
Bûyer li Taxa Yavuzlarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama bûyera ku pêk hat de Huseyîn Canê 6 salî û Elî Efeyê 8 salî û bavê wan Samet Ç. canê xwe ji dest dan.
Derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)