Li Fransayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 124 hezaran
Derbarê mijarê de ji teref Sazîya Tenduristîyê ya Gel a Fransayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 67 hezar û 461 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket li ser 10 milyon û 317 hezar kesan.
Tê diyarkirin di 24 seatên dawî de 181 kes ji ber vîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 124 hezar û 212 kesan.(ÎLKHA)