• DOLAR 32.474
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2419.736
  • ...
Ebu Hewwaşê esîrê Filistînê talûka wî yê mirinê berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristî ya Filistînê derheqê rewşa tenduristîyê Ebu Hewwaşê esîrê ji Filistînê yê ku 136 roj e di grêvê da ye de daxuyanîyek da.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku heyetekî yê ji Wezaretê, Ebu Hewwaşê di Nexweşxaneya Assaf Harofehê de zîyaret kir û wî muayene kir.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ku di encama muayenê de hat dîtin ku çavên Hewwaş girik dibîne û nikare xeber bide, di mesûlkeyê wî de helandin destpêkirîye û nikare hereket bike, hêşê wî jî diçe û tê.

Ji teref Heyeta ku Hewwaş zîyaret kir ve hat ragihandin ku di dema zîyaretê de ji nexweşxanê tetkîkên dawî hat xwastin û li tetkîkan hat nihêrtin, di encama nihêrtinê de hat dîtîn ku di 16ê Kanûna Pêşînde hatîye tetkîkkirin, hatîye dîtin ku di bedena Hewwaş de potsayum klorur kêm bûye û enzîmên kezebê jî zêde bûne û di 16ê Kanûna Pêşîn şûnda heta îro tu tehlîlek nehatîye kirin.

Hat ragihandin ku ji ber vê yekê dibe ku Hewwaş nişkavda canê xwe ji dest bibe.

Ebu Hawwaşê ku ‘emrê wî 40 sal e, ji bona ku cizaya îdarî protesto bike dest bi grêva birçîbûnîyê kiribû û nêzî 8 sal e jî di zindanê da ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir