• DOLAR 34.205
  • EURO 38.158
  • ALTIN 2899.561
  • ...
Li Keşmîrê 6 micahid ji teref leşkerên Hîndîstana îşxalker  ve hatin şehîdkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Keşmîrê hatine bidestxistin, artêşa Hîndîstanê malên endamên Ceyş-î Muhammedê ku li herêma Kulgam û Anantangêya Keşmîrê yê di bin îşxala Hîndîstanê de ye dorpêç kirin.

Hat destnîşankirin ku di dorpêçê de leşkerên Hîndîstanê yekî ji welatîyê Pakîstanê 6 micahidan şehîd kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, leşkerekî  Hîndîstanê mir, 3 leşker jî birîndar bûn.

Misilmanên Keşmîrê yên ku ji bona parastina welatê xwe li hember bireveberîya Hîndîstana îşxalker ji sala 1989an heta îro micadele dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir