37 koçber hatin girtin
Di encama operasyona ku hat lidarxistin de li Bidlîsê 37 koçber hatin girtin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa ku koçber tê de bûn hewl da li ser rêbeja Bidlîs û Diyarbekirê ji xala lêgerînê bireve ku lastîkên mînîbusê hat teqandin û mînîbus hat sekinandin.
Di encama lêgerîna ku hat kirin de 37 koçberên ku di mînîbusê de bûn hatin girtin û şofêrê bi navê S.K. jî hat binçavkirin.(ÎLKHA)