Li Kinikanê li diji DAÎŞê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
Li bajara Kinikanê operasyoneke hevedemî hat kirin, di encama operasyonê de 6 kesên ku derheqê wan de qirara binçavîyê hebûn hatin qefaltin.
Serdozgerîya Komarîya Kinikanê, derheqê 6 kesên şikdarê ku li Surî ji bona DAÎŞê fealîyetan dikin de qirarê binçavîyê da.
Hat destnîşankirin ku polêsên Tîma Taybet jî beşdarê operasyonê bûne û kesên bi navê H.K, E.C, M.S, H.M, M.K. û A.H yê welatîyên Tirkîyê jî hatin binçavkirin.
Hat ragihandin kesên ku hatine binçavkirin piştî qontrola tenduristîyê hatin şîyandin midirtîya ewlehîyê. (ÎLKHA)