66 koçber hatin xelaskirin
Li navçeya Çeşmeya Îzmîrê, koçberên ku ji teref hêzên Yunanîstanê ve hatin vegerandin alîyê Tirkîyê, ji teref hêzên Tirkîyê ve hatin xelaskirin.
Ekîbên Ewlehîya Behrê, 66 koçberên ku li navçeya Çeşmeyê di nav kelekê da mahsûr mabûn xelas kirin.
Hat destnîşankirin koçberên ku hatine xelaskirin piştî muameleyan hatin şîyandin Midirtîya Îdareya Koçê Bajêr. (ÎLKHA)