• DOLAR 32.57
  • EURO 35.266
  • ALTIN 2467.59
  • ...
Li Burkîna Fasoyê êrîş: 41 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rayedarên hikûmeta Burkîna Faso diyar kirin ku komên çekdar li parêzgeha Lorumê ya li bakurê welêt kemînek li komek şervanên sivîl ên bi navê Dildarên Parastina Welat (VDP) danîn.

Rayedaran diyar kirin ku di kemînê de 41 endamên VDP’ê jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên ku êrîş şermezarkirin diyar kirin ku wan li welêt 2 roj şîna neteweyî îlan kirine.

Ji sala 2015’an û vir ve li Bûrkîna Fasoyê di şer û êrîşên ku berdewam dikin de zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî milyonek kes jî koçber bûne.

Rayedar DAIŞê wek mesûlê êrîşê diyar dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir