Li Herêma Kurdistanê 5 kes ji Coronavîrusê mirin û 99 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 99 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 5 kes ji ber Coronavîrusê mirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 380 hezar û 275 kes bi vîrusê ketin û 7 hezar û 93 kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)