Hikûmeta Afganîstanê: Li ser balafirgehan bi Tirkiye û Qeterê re lihevkirinek çênebû
Wezîrê Veguhestinê yê hikûmeta Afganîstanê Îmadeddîn Ehmedî ragihand ku di hevdîtinên ku bi heyetên Tirkiye û Qeterê re li paytext Dohayê hatin kirin de li ser karkirina firokexaneyên li welêt lihevkirinek çênebû.
Berî niha hatibû îddîakirin ku Tirkiye û Qeterê bi hikûmeta Afganîstanê ra li hev kirine ku Balafirgeha Hamîd Karzayî ya Navneteweyî ya Kabulê û 4 balafirgehên din ên welêt bixebitînin. (ÎLKHA)