• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Lazim e ku pêşîya bêrêtîyê  û îsrafê  bê girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapiciogluyê ku dikandaran zîyaret  kir, lê vê derê bi xweşgotinî û rûbikenîyên dikandaran re rastî hev hat. Yapicioglu dî zîyaretên xwe de bi dikandaran re mihebbet kir û pirsgirêkên wan gohdar kir.

Dikandarên ku bi Yapicioglu re xeber dan ji wî re derd û pisgrêkên xwe gotin, ji ber zêdebûna rewacê karên wan gelek kêm bûye, wekî dema berê nikarin kar bikin. Dikandaran îfade kirin ku ji îqtîsadê dikandaran tenê na, temamî miletan mexdur bûne û ji ber vê yekê ji Yapicoglu re ji bona wan pirsgirêk û derdên wan çareserî daxwaz kirin.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê piştî zîyaretan daxuyanî da û destnîşan kir ku, ji bona pirsgrêkên îqtîsadî bê çareserkirin lazim e midehelekî îqtîsadî yê paldayî hilberanî bê kirin; lazim e ku bi acîlî pêşîya îsraf û bêrêtîyê bê girtin.

“Ketina rewacê wesîleya kêfxweşîyê ye”

Yapicioglu destnîşan kir ku di dema dawîn de di nav welat de meseleyên herî muhîm rewac bû û ew di berdewama axavtina  xwe de weha axivî, “Wan kesên ku dema rewac zêde dibû û şîkayet dikirin, vê carê  ji ketina rewacê şîkayet dikin ku ev yek di eslê xwe de tiştekî bi îbret e. Elbet ketina rewacê wesîleya kêfxweşîyê ye. Çîmkî dema ku rewac zêde dibû jî qenaeta me dîsa eynî bû û veneguherî. Ev zêdebûn ne normal bû, zêdebûnekî anormal bû. Zêdebûnekî wisa bû ku, tu nikaribû di tabloya îqtîsadî de jî qal bikî. Lê sebeba vê meseleyê yek jî psîkolojîk bû.”

“Ketina dowîzê ya ku  bi midexeleyê hat kirin , tiştekî baş bûye lê dîsa jî serê mirov ne rihet e”

Yapicioglu bal kişand ku hindakirina qîmeta TLyê ku li hember rewacê bi tabloyan mirov dikare daxuyan bike lê ew qas zêdebûna wî jî tiştekî anormal e.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ketina rewaca ku bi midexeleyê, tiştekî baş bûye. Dikandarên ku me wan zîyaret kir jî ji ber rewacê şîkayetdar in. Dikandaran ji me re digotin ku ji ber zêdebûna rewacê wan kesên ku tiştan tedarek dikirin an jî kesên hilberîner bûn ji ber dibe ku fîyetên eşyayan zêde bibe, wan eşyayan nedidan me û vedişartin. Dikandaran gotin ku ,’niha pîyase sekinîye. Dema ku rewac bikeve di demekî kin de sekinandin dibe û paşê dengeyek çêdibe. Piştî vê dengê wan kesên ku eşyayan, malan hilberî dikin bi rehetî dikaribin malên xwe bidin pîyasê.’ Lê wan kesên ku perê wan di destê wan da ye jî nizanin niha çi bikin.”

“Dikandaran, hêvîya dengeyekî ne”

Yapicioglu destnîşan kir ku  piştî ketina rewacê qismî be jî rehetîyekî bi psîkolojîk çêbûye lê ji ber zêdebûn an jî di kêmbûnê de hêvîya dikandaran heye, Yapicioglu axavtina xwe weha domand:“Dema ku wan pirsên ku di eqlên dikandaran da ye bê bersivkirin an jî bê çareserkirin ez bawer dikim ku pîyase ew ê rehet bibe û dengeyekî çêbibe. Dikandaran jî hêvîya wî dengê ne. Heta vê dengê neyê çêkirin însan jî di ser xerckirina pereyan de xwe nêz nakin. Hêvîyekî heye ku dibe ku di pîyesê de tevgerdarîyekî çêbibe. Ez hêvî dikim ku ketina rewacê bila payîdar bibe, hetta bila hinek dinê jî bikeve. Înşaallah ev hêvî beredayî dernekeve.”

“Dema ku em hilberînê bikin ew ê îqtîsad rehet bibe”

“Eger mezinbûna Turkîyê bi tenê bi înşeatê an jî bi derhanînê bibe, eger ev tişt ji xebitandin û hilberîyê re feyde nede ev mezinbûn ew ê di demekî dirêj de nebe û me jî bi defaet got ku  domandina vî tiştî ew ê nebe. Lê dema ku em bi hilberînê bikin, derkirinê bikin û navbera qezenc û deynê welat bê girtin, bi îzna Xwedê ew ê îqtîsada me bi şeklê ciddî rehet bibe. Tişt yanî ev çareserî ji xebitandinê, hilberînê û îxracatê re jî bi şeklê başîtî lê were û ji bona ketina navbera qezenc û deynê welat ew ê bi rehetî çêbibe.”

“Lazim e ku pêşîya bêrêtîyê bê girtin û îsraf jî bê sekinandin”

Yapicioglu destnîşan kir ku hilberî gelek baş e lê pêşîgirtina bêrêtîyê û îsrafê rewşekî acîl e.

“ Lazim e ku mutleqa pêşîya bêrêtîyê bê girtin. Qethîyen bi tu şeklî ji wan tiştan re misamehe neyê nîşandin û mutleqe ji serî heta binî îsraf bê sekinandin. Dengê krîzeka mezin tê û ev krîz li temamî cîhanê dê tesîr bike, ji ber vê yekê ji bona ku em li ser pîyan bisekinin lazim e ku em van tiştan bikin.” (ÎLKHA)













































Bu haberler de ilginizi çekebilir