• DOLAR 35.399
  • EURO 36.64
  • ALTIN 3027.48
  • ...
"Şefqeta ku ji heywanan re tê nîşandan ji zarokên ku bê dê  û bav mezin dibin re nayê nîşandan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu di nirxandina ku kir de destnîşan kir, di rojevê de gelek meseleyên muhîm hene;lê belê ji ber ku rojava îqtîsadî li ser wan digire hinek ji wan di rojevê de têra xwe nemînin û nayên çareserkirin.

“Şefqeta ku ji heywanan re tê nîşandan ji zarokên ku bê dê  û bav mezin dibin re nayê nîşandan”

Yapicioglu di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir, li welêt hinek derdor bes menfeaatên xwe difikirin û ji bilî vê yekê serê xwe bi tiştekî din naêşînin. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Welatekî bifikirin li wî welatî hinek kes di pey berjewendîya xwe de diçin û welat qet ne xema wan e. Ew kes dikin bes tiştên ku pêk tên kêrî wan bên.Mixabin hejmara kesên bi vî awayî her ku diçe zêdetir dibe. Dîsa welatekî bifikirin ku lê ji malbatê re qet qedr û qiymet nayê dayîn, lê talaq her ku diçe zêdetir dibin, ekserîyetê xortên ku dizewicin terka hev dikin. Di netîceya vê yekê de bi sed hezaran şefqeta dê û bavên xwe nabînin û bi vî awayî ji şefqetê mahrûm mezin dibin. Dîsa welatekî bifikirin ku lê şefqeta ku ji heywanan re tê nîşandan ji zarokên ku bê dê  û bav mezin dibin re nayê nîşandan. Di rojeva wan de bes dolar, zêr û kara tîcarî heye û tiştekî din ne xema kesî ye. Belê gelek îxtîyacên însên hene û ji bo van karkirin û xebat lazim e; lê belê dinya ji vê yekê ne ibaret e.”

“Em tev ji halê niha a welêt mesûl in”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, hemû kes ji halê niha a welêt mesûldar in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew kesên ku hewl dan û xebitîn da ku welat nekeve vê rewşê ne di nav de tu kes nikare xwe ji bin vî bar û mesûlîyetê bide alî. Dîsa ew kesên ku hewl dan amelên salih bikin, ji bo islaha civakê xebitîn, heq û sebrê ji xelqê re tewsîye kirin jî ne di nav de temamê kesên din di nav zirar û xusraneke mezin de ne. Divê em jiyana xwe malbatî, sîyasî û îqtîsadî di daîreya meşrû ya ku Rebbê me ji me re diyar kiriye de bijîn.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir