• DOLAR 32.788
  • EURO 35.164
  • ALTIN 2451.366
  • ...
ÎHO EBRAR li Somalîyê Qurana Pîroz belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref rayedar û dildarên ÎHO EBRARê ve li herêma Banaadîra Mogadîşuya paytexta Somalîyê ji xwendekarên medresê re Qurana Pîroz hat dîyarîkirin.

Muhammed Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHO EBRARê destnîşan kir ew di nav bexşên ku xêrxazan didin û mixtacan de wezîfeyekî pirê dibînin û ew di encama fealîyetên xwe de ji 500 zarokan re Qurana pîroz dîyarî kirin.

“Em ji kêfxweşîya wan zarokên ku ilmên Îslamê hîn dibin re bûn hevpar”

Yilmaz derheqê alîkarîyên ku hatin kirin de weha axivî: “ Em di nav bexşên ku xêrxazan didin û mixtacan de bûn  pirek. Me di vê çarçovê de jî ji wan re alîkarîya goştê sor, sinnet û emelîyeta kataraktê kir, lê vêcarê jî ji wan zarokên xwe yên bi qîmet re alîkarîya Qurana Pîroz kir. Em ji kêfxweşîya wan zarokên ku zanistîyên Îslamêyê ku di nav toz û xanîyên xirabe de hîn dibin re bûn hevpar. Wan zarokên ku dema Quranên xwe girtin maç kirin û dan ser serê xwe, me pirsgirêkên xwe tev bîrva kir. Me nêzî ji 500 zarokan re Quranê belav kir, lê me dît ku hê jî hinek zarokan Quranê negirtine û têra wan nekir. Lê dema ku me xemgînîyê di rûyê wan de dît ji rayedarên kampê re got ku em ê ji wan zarokên dinê re jî Quranan bînin. Em hêvî dikin ku em ê bi alîkarîyên xêrxazan bighêjin hemû cîhan.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir