Li Hîndîstanê balafira herbê ket: Mirîyek
Li Hîndîstanê balafireka herbê ya aîdê Hêzên Hewaya Hîndîstanê ket xwarê, di encama ketinê de balafirvan canê xwe ji dest da.
Li gorî agahîyên ku ji çapamenîya Hîndîstanê hat bidestxistin, balafireka aîdê Hêzên Hewayê li nêzîkê wîlayeta Rajasthanê ket xwarê.
Hat destnîşankirin ku balafir, di dema perwerdehîyekî de ket xwarê û balafirvan jî canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)