Ji ber berfê li Colemêrg, Wan, Mûş û Bidlîsê rêya 847 gundan hatin girtin
Hat ragihandin berf li welêt her ku diçe tesîra xwe zêdetir dike.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfa ku ev bû çend rojan dibare li Wanê rêya 347 gundan, li Bidlîsê rêya 226 gundan, li Colemêrgê rêya 159 gundan û li Mûşê rêya 115 gundan hat girtin.
Ji bo rêyên ku hatine girtin bên vekirin xebat hat destpêkirin.(ÎLKHA)