Li Rihayê di îstasyona sotemenîyê de şewat derket
Li navçeya Xalîlîyeya Rihayê di îstasyonekî sotemenîyê de şewat derket, şewat bi midexeleya ekîbên îtfaîyê hat tefandin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, şewat li îstasyonekî sotemenîyê ya li ser rêya Riha-Mêrdînê pêk hat, sebeba şewatê jî hê nayê zanîn.
Hat destnîşankirin ku xebatkarên îstasyonê telefonî ekîbên îtfaîyê kirin û şewat ji teref ekîbên îtfaîyê ve hat tefandin.
Hat ragihandin ku derheqê derketina şewatê de tehqîqat hat bidestxistin. (ÎLKHA)