• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Telebeyên qîzîn ên ku ÎTTÎHADUL ULEMA wan perwerde kirîye îcazetên xwe girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Merasîma îcazetê ya ku li Wanê di salona dîlanê de hat tertîpkirin, bi xwendina Quranê dest pê kir. Muhammed Beşîr Varolê ku ji endamên ÎTTUHADUL ULEMAyê ye, di bernamê de bal kişand li ser muhîmtîya îlmê.

Varol detnîşan kir ku ev dinya cîhê îmtîhanê ye û li axavtina xwe weha berdewam kir, “Dinya welatê ‘îlm û îmtîhanê ye. Xwedê Teala dibêje ku "Min cin û însanan ji bona îbadetê bikin xuliqandîye." Xwedê ji bona ku em îbadetê bikin me xuliqandîye. Ev dinya, cîhê kêf û zewqê nîne. Cîhê zewq û kêfê axiret e.”

Varol destnîşan kir ku dinya ji bona misilmanan lazim e ku bibe cîhê medreseyan, Varol axavtina xwe weha domand: “Hemû kesên ku hatine dinyayê lazim e ku helalî û heramîyê zanibe. Ev helalî û heramî jî bi çûndina medreseyan û hînbûna ‘îlmê bê bidestxistin. Dema ku em ji medreseyan û ‘îlmê Îslamê birevin, dema ku em bikevên nav zewq û sefayê em ê ‘îlma Xwedê hîn nebin. Lê ku em wî ‘îlmê hîn nebin, helalî û heramîyê hîn nebin em ê ji Xwedê re îbadetê nekin û em ê di rêya helalî de jî nexebitin. Wexta em bi vê şeklê bixebitin him dinyaya me him jî axireta me ew ê mehf bibe. Kesê ku bi vî awayî hereket bike ew ê ji beheşta Xwedê dûr bikeve û ew ê ‘ezabê bibîne. Ji ber vê yekê lazim e ku em xwedî li medreseyan derkevin. Zarokên me ji me re emanetê Xwedê ne. Hemû tiştên ku Xwedê daye me ji me re emanet e. Van zarokên ku Xwedê ji me re emanet kirîye dema ku em wan zarokan di rêya Xwedê de nedin meşandin, em ê nikaribin ji Xwedê re hîsabê bidin.”

Hat ragihandin ku piştî axavtinê, ji qîzên ku ‘îlmên serf, nahîv, tefsîr, hedîs û fiqihê qedandine re di merasîmê de îcazet û plaketên wan hat dayîn.

Bername bi dua û dayîna îkraman qedîya. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir