• DOLAR 32.245
  • EURO 35.024
  • ALTIN 2441.517
  • ...
Karwana Hêvîyê li Mogadîşuyê temela mizgeftê avêt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Karwana Hêvîyê, alîkarîyên xwe yên ku li çar alîyê dinyayê daye destpêkirin berdewam dike.

Ji ber vê yekê Weqif ji misilmanên ku îbadetên xwe bi rehetîyê nikarin bikin re jî ji bona îbadetên wan alîkarîya mizgeft û mescîdê jî dike. Wan Mizgeftên ku li herêmê tên avakirin ji bona perwerdehîyê dibe cîhê navendî. Ji navenda perwerdehîyê pê ve misilmanên herêmê di van mizgeftan de pirsgirêkên xwe jî çareser dikin.

Weqif, bi alîkarîya xêrxwazan li herêma Hîlva ya Mogadîşuyê bi duayan temela Mizgefta Mescîd-î Nebevîyê avêt.

Hat destnîşankirin ku tê plankirin ew ê mizgeft di nava 3 mehan de bê vekirin.

Nurullah Gunaydinê ku ji Rayedarên Weqfa Karwana Hêvîyê derheqê alîkarîyê de destnîşan kir ku ji ber avakirina mizgeftê gelek kêfxweş bûne.

Gunaydin ji mirovên ku alîkarîyê kirine re jî teşekuriya xwe şîyand. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir