Li Muşê 30 kesên ku ji ber berfê asê man hatin xelaskirin
Li Muşê 30 kes li gunda Yazladeresîyê ji ber berfê asê man. Di encama xebatên ekîban de kesên ku asê manbûn hatin xelaskirin.
Hat destnîşankirin ku ji ber barîna berfê rêya 63 gundan hat girtin, li Yazladeresîyê jî 10 heb erebe asê man.
Hat ragihandin kesên ku asê mane ji teref ekîbên xelaskirinê ve di encama xebatên ku 2 seatan berdewam kir de hatin rizgarkirin.
Li herêmê xebatên xelaskirinê berdewam dike. (ÎLKHA)