Serokomar Erdogan bi Emîrê Qeterê Al Sanî ra hevdîtin kir
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî re li ser telefonê axivî.
Serokomar Erdogan bi minasebeta Cejna Neteweyî ya Qeterê ji Emîrê Qeterê Al Sanî û gelê Qeterê re pîrozbahiyên xwe ragihand.
Di hevdîtinê de gavên ji bo başkirina têkiliyên Tirkiye û Qeterê û mijarên herêmî jî hatin nirxandin. (ÎLKHA)