• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Li Çînê pirek hilweşiya: 4 mirî, 8 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer doh êvarê dema ku beşek ji pira rampê ya li ser rêya bejahî hilweşiya, rû da.

Di daxuyanîya ku ji teref rayedaran ve hat dayîn de hat diyarkirin ku 3 qemyonên ku li ser pirê bûn ketin di dema qezayê de gelek kes li ser pirê dixebitîn.

Di lêkolîna ewil a ku li cihê qezayê hat kirin de derket holê ku kamyoneke 198 ton barkirî ji pirê ketiye û bûye sedem ku  2 wesayîtên din jî bikevin xwarê.

Hat hînbûn ku li cihê qezayê xebatên lêgerîn û xilaskirinê hê jî dewam dikin û sedema qezayê jî tê lêkolînkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir