Li Herêma Kurdistanê 9 kes ji Coronavîrusê mirin û 173 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 173 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 9 kes ji ber Coronavîrusê mirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 379 hezar û 228 kes bi vîrusê ketin û 7 hezar û 30 kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)