Karwana Hêvîyê ya Cizîrê êtîman kêfxweş kir
Karwana Hêvîyê ya Cizîrê di çarçoveya fealîyetên xwe yên li navçeya Cizîra Şirnexê de, ji êtîman re alîkarîya cilên zivistanê û solan kir.
Karwana Hêvîyê ya Cizîrê bi alîkarîyên xwe êtîman kêfxweş kir.Komele bi projeya “Qapûtek û Botek” ji êtîman re alîkarî kir.
Servet Adlimê Serokê Karwana Hêvî yê Cizirî derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de weha got, “Em salê 12 meh ji bo mixtacan fealîyetên alîkarîyê dikin. Em bi alîkarîya xêrxwazan ji mirovên mixtac re qapûtek û botekî wek alîkarîya cilên zivistanê belav kir.”
Adlim destnîşan kir “Dema ku dilê wan kêfxweş bibe em jî kêfxweş dibin.” (ÎLKHA)