• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
“Filistînîyan ji heqên xwe yên esasî û azadîyên xwe bi sistematîkî tên mehkûmkirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derheqê rojeva derve de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bal hatin kişandin li ser zilm û îşxala ku ji teref siyonistên îşxalker ve li ser axên Filistînê tên kirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat gotin, “Siyonistên îşxalker ji alîyekî ve malên misilmanên ku cîranê Eqsayê ne, nexasim yên li Taxa Şêx Cerrah bi qirarên beredayî tên vala û îşxal dikin û ji alîyê din vê jî dorpeça li ser Xezzeyê didomînin. Her wisa bi vê vê dorpêçê siyonistên îşxalker melzemeyên ku ji bona binavayî û ava kirinê têkeve Xezze jî qedexe dikin.” 

Di daxuyanîyê de bal li ser brifingê Michelle Bacheletê Komîserê Bilind ê Heqên Însanê yê Koma Miletan hat kişandin û weha hat gotin, “Di brifingê de weha hat gotin; Xelqê Xezzeyê ku 15 sal e ji hewayê, behrê û axê hatiye dorpeçkirin ku ev yek tesîreke zêde li ser wan dike.  Filistînîyên ku di nav îşxal û doçperîyê de jîyan dikin, ji heqên xwe yên esasî û azadîyên xwe bi sistematîkî tên mehkûmkirin. Ji ber ku qewata bêmutenasîp li  hember Filistînîyan tê bikaranîn ev yek dibe sedema fikarê. Îxlalkirina heqên însanî yê ku bi şeklê kronîk tê kirin bêciza dimîne. Ev rewş bûyerakî pirr xirab e.”

Li Filistînê ev tişt diqewimin ku wê rojê li Stenbolê  bi beşdarbûna alimên Îslamê yên ji 28 welatan bi rojeva Qudsê civînek hat lidarxistin û di encama civînê de ji bo dawî li îşxalê bê anîn danezaneke encamê ya 8 maddeyî hat belavkirin ku ev yek ji tê teqdîrkirin. Divê alimên Îslamê li dora doza Qudsê werin ba hev û di vê doza mibarek de ji ummetê de pêşîvantîyê bikin.”ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir