ÎHO EBRAR li Dîyarbekir alîkarîya êtîman kir
ÎHO EBRARê sazîya alîkarîya neteweyî, li Dîyarbekirê ji malbatên êtîm û mixtacan re alîkarîya xwarin û goştê sor kir.
![ÎHO EBRAR li Dîyarbekir alîkarîya êtîman kir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/rOf7BCgaWqf2ydMXaAqlGKnM9Os=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/21/50/iho-ebrar-li-diyarbekir-alikariya-etiman-kir-c9fbbe78.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
ÎHO EBRARa ku navenda wî li derveyê welat e li xebatên xwe yên alîkarîya di çar alîyê cîhanê de berdewam dikin.
Ji ber ku zêdebûnîya fîyetên xwarinê û zêdebûna zehmetîyên îqtîsadî ÎHO EBRAR, li navçeya Yenîşehîrê ji êtîman re alîkarîyê kir.
Hat destnîşankirin ku komele bi alîkarîyên xêrxwazan ji êtîm û malbatên mixtac re goştê sor û xwarinê belav kir. Ji ber vê yekê temsîlkarên weqfê ji xêrxwazan re teşekkira xwe şîyandin.
Ji teref temsîlkarên komeleyê ve hat dîyarkirin ku, ew ê bi alîkarîya xêrxazan ji xelqê mixtac û êtîman re alîkarîyên xwe berdewam bikin. (ÎLKHA)