Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 193 kes mirin
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 19 hezar û 872 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 193 kes ji ber vîrusê mirin.
Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, ew encamên lêdana dersîyên coronayê dizanin, bi saxîya dersîyê meriv tê parastin û nexweşîyê sivik derbas dike.(ÎLKHA)