• DOLAR 34.187
  • EURO 38.143
  • ALTIN 2915.117
  • ...
Ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê ve derheqê rojevê de daxuyanîyek hat belavkirin.
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Zêdebûna heqê bûhaya xurekan a ku nikare pêşîya wê bê girtin her ku diçe dibe meseleyeke mezintir”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, zêdebûna heqê bûhaya xurekan a ku nikare pêşîya wê bê girtin her ku diçe dibe meseleyeke mezintir û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di meha îlonê de enflasyona xurekê salane ji sedî 28.8, di meha cotmehê de ji sedî 27.4, di meha mijdarê de jî ji sedî 27,1 bû. Zêdebûnên ku ji teref Rêxistina  Pêşveçûn û Hevkarîya Îqtîsadî ve hatin belavkirin balan kuşandin li ser xwe.  Lewra Tirkîye di nav wan welatên ku endamên vê sazîyê ne de di warê bûhabûna xurekan de di rêza yekemîn de ye.  Elbet gelek sedemên vê yekê hene.  Mesele ji ber ku îthalata ku tê kirin di hilberîna zireatî de mesref gelek zêde dibin ku ev yek dibe sedem ku cotkar zehmetîyê bikşîne û erdê xwe neajo.Her wisa heta ku tiştek ji nav erd tê ber însanan jî gelek maîyên pêvek derdikevin holê ku ev yek dibin gelek probleman ku ev yek jî bêkontrolîya heyî nîşan dide.Niha ji ber ku malîyet zêde dibe û ji ber ku kesên navbeynkar zêdetir qezenc dikin di pîyaseyê de ev pergala ku sedemeke probleman e hakim e. Ji bo pêşîya zêdebûna heqê tiştan serî li îthalatê tê dayîn ku ev yek çareserîyeke demkî ye û zirarê dide hilberînerên mehelî û darbeyeke giran li sektorê dide.”

“Hinek kes zêdebûn û zaman ji xwe re dikin fersend û malên di destên xwe de stok dikin û nafiroşin”

Di berdewama daxuyanîyê de bang li rayedaran hat kirin da ku pêşîya vê problema mezin bê girtin û di vî warî de gavên pêwîst bên avêtin: “Tirkîye di warê zireat û xwedîkirina heywanan de ji gelek welatan bi berekettir, lê belê her ku diçe heqê xurekan zêde dibe ku ev yek serfiraznebûnîya polîtîkayên di warê hilberîn û bazara naxweyî de ye. Ger di vî warî de polîtîkayên xelet nehatibana kirin ew ê îro welat neketibana vî halî. Ji bilî vê yekê hinek kes zêdebûn û zaman ji xwe re dikin fersend û malên di destên xwe de stok dikin û nafiroşin ku ev yek jî tesîreke ciddî li ser fîyatan dike. Divê muheqqeq pêşîya vê yekê bê girtin û tevdîrên pêwîst bên girtin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir