Li Nîjeryayê kamyon û otobusa rêwiyan li hev qelibîn: 20 kes mirin
Li Nîjerya welatê rojavayê Afrîkayê di qezaya ku TIR û otobuseke rêwiyan li hev qelibîn de herî kêm 20 kes mirin.
Hat diyarkirin ku di qezaya ku li eyaleta Bauchi ya li ser rêya Kano-Cama'are pêk hat de gelek kes birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku rewşa hin birîndaran giran e û fikar heye ku hejmara miriyan zêde bibe. (ÎLKHA)