Otobusa rêwiyan qeza kir: Kesek mir 19 birîndar
Di qezaya ku li Amasyayê pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.
Qeza li 25emîn kîlometreya Rêbeja Amasya-Çorumê li mewqîya Goxoyukê qewimî. Otobusa rêwiyan a ji Îzmîrê diçû Tokatê ji ber barana zêde qeza kir.
Li gor tespîtên ewil di qezaya ku derdora seat 07.00an pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li herêmê (ÎLKHA)