Li Ekvadorê êrîş li navenda polêsan hat kirin: Mirîyek
Hat destnîşankirin ku li bajara Esmeraldasa Ekvadorê li navenda polêsan êrîş hat kirin, di encama êrîşê de polêsek mir, polêsek jî birîndar bû.
Li gor agahîyên ku ji çapemenîya Ekvadorê hatin bidestxistin, erebeyekî di seat 00.40an de nêzikî navenda polêsan bû û 2 kes ji erebê peya bûn û êrîş birin li qereqolê.
Hat destnîşankirin ku di encama erîşê de li bajar 6 operasyon hatin destpêkirin û di encama operasyonan de kesekî yê ku êrîşê kirîye tev de 9 kes hatin qefaltin. (ÎLKHA)