• DOLAR 32.451
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2440.144
  • ...
Bizûtnewey Îslamî: Xebatên HUDA PARê ji bo civaka Kurd û ummetê gelekî bi qedr û qiymet in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şêx Îrfan Alî Abdulazîzê Rêberê Partîya Bizûtnewey Îslamî ya Herêma Kurdistanê li buroya sîyasî ya partîya xwe ya li Hewlêrê ji Abdussamed Yalçinê Temsîlkarê HUDA PARê ya li Hewlêrê re  mazûvantî kir.

Şêx Îrfan di hevdîtina ku hat kirin de pesn HUDA PARê û xebatên ku dike da û destnîşan kir, HUDA PAR digel Bizûtnewey Îslamî û partîyên din ên siyasî pêwendîyeke baş danîye û bi wan re bi şikleke serkeftî dixebite.

Şêx Îrfan di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir, xebatên HUDA PARê ji bo civaka Kurd û ji ummetê gelekî bi qedr û qiymet in.

Şêx Îrfan piştî hevdîtinê li ser navê partîya xwe ji Abdussamed Yalçinê Temsîlkarê HUDA PARê re teşekkur kir û jê re plaketekê teqdîm kir.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir