Li Stenbolê di fabrîkaya plastîkê de şewat derket
Şewata ku bi şev li Taxa Esenyurtê li fabrîqeya plastîkê derketibû hat kontrolkirin.
Hat ragihandin bi şev li Kolana Muhsîn Yazicioglu ya Taxa Akçaburgazê şewat derket.
Li ser xeberê îtfaiye sewqî herêmê hat kirin û midaxaleyî şewatê hat kirin.
Şewata ku li kargeha ku li ser qadeke bi qasî 4 hezar û 500 metrekare hatibû avakirin derket, di encama xebata 1,5 saetî ya îtfaiyeyê de hat kontrolkirin.
Ekîban ji bo vemirandina agir xebatên xwe didomînin. (ÎLKHA)