Dîyarbekirî ji “Hevzayend” Murat Ovunç re nerazîbûna xwe destnîşan kir: Newe bajara Eshabîyan!
Li Dîyarbakirê navendekî delalîyê ji bona vekirina dikanê bang li Murat Ovuncê hevzayend kir. Ji ber vê yekê xelqê Dîyarbekir di medyaya civakî de ji bona ku bername bê îptalkirin bang kir.
Bikarhêneranan di medyaya civakî de bi etîketa “MuratOvucBajaraEshabîyanQirêjNeke” reaksîyonên xwe nişan dan û li ser medyaya civakî ji bona îptalkirina bernamê bang kirin.
Navenda delalîyê di Whatsappê de rewşekî belav kir û di rewşê de weha got: “Temamê xelqê Dîyarbekir dawetî vê bernameyê ye” ku bikarhênerên medyaya civakî jî qeyda vê rewşê girtin û bal kişandin ku Dîyarbekirê ku bajara Eshabîyan û Pêxemberan ew ê li ber vê pîsîtîyê bêdeng nemîne.
Ji teref kesên bikarhêner ve hat daxuyandin ku bername hatîye îptalkirin lê dîsa jî rewş di whatsapê de heye.
Navenda delalîyê paşê daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de got ku, Murat Ovunc ji ber mijê ew ê neyê Dîyarbekir, ji ber vê yekê ew ê neyê bernamê jî. (ÎLKHA)