Li Tunusê di Navenda Giştî ya Hîzba Nahdayê de şewat derket
Kesên ku di Navenda Giştî ya Hîzba Ennahdayê de bûn dema ku şewat derket ji bona ku canên xwe xelas bikin xwe ji paceyan avêtin.
Hat dîyarkirin ku sebeba derketina şewatê hê nediyar e.
Hat ragihandin ku Alî Al-Areedhê Alîkarê Serokê Giştî yê Hîzba Ennahdayê dema ku xwe ji pacê avêt birîndar bû û hat rakirin nexweşxanê. (ÎLKHA)