Li Dîyarbekirê pevçûn: 1 mirî 15 birîndar
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê bi çek û kêran pevçûn hat kirin, di encama pevçûnê de 4 jê giran tevde 14 kes birîndar bûn, kesekî jî canê xwe ji dest da.
Hat hînbûn ku pevçûn li taxên Kayabaşi û Korukçuya navçeya Bismilê pêk hat.
Tê diyarkirin ku malbatên Tûrk, Orak û Ertekê ku ji berê ve neyartî di nav wan de hebû bi hevdû re şer kirin.
Hat destnîşankirin ku di pevçûnê de 4 jê giran tevde 14 kes birîndar bûn. Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.
Hat ragihandin ku li nexweşxanê midaxele li birîndarê binavê Kadrî Turk hat kirin, lê digel temamê midexeleyan jî Kadrî Turk canê xwe ji dest da. (ÎLKHA)