Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 198 kes mirin
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 22 hezar û 857 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 198 kes ji ber vîrusê mirin.
Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, li her derê welêt kesên ku di nexweşxaneyan de hatine razandin hene ku xala wan a hevpar lênedana vaksînê ye.(ÎLKHA)