• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Rejima sîyonîst a îşxalker Filistînîyekî 15 salî şehîd kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku Filistînîyê 15 salî, ereba xwe bi ser kontrola leşkerîyê ya Cebareyê de ajot.

Hat dîyarkirin ku leşkerên rejima îşxalker di vê encama ajotina erebê de êrîş bir li Filistînîyê 15 salî  û  xortê Filistînî giran birîndar kirin.

Hat ragihandin ku Filistinîyê birindar hat rakirin Nexweşxaneya Meîrê. Di nexweşxanê de midexele li xortê Filistinî hat kirin, lê belê digel temamê midaxeleyan xortê Filistînî şehîd bû.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, navê xortê Filistinî yê ku şehîd bû Mihammed Nîdal Musa ye.

Ji teref HAMASê ve hat daxuyandin ku ev çalakîya dawîn nîşan dide ku xortên Filistînî dixwazin ku bila ev îşxal bê rakirin. Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ev çalakî heta îşxal biqede ew ê berdewam bikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir