Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 185 kes mirin
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 19 hezar û 357 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 185 kes ji ber vîrusê mirin.
Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, di encama hewldanên mezin de hejmara pêketîyan daket bin 20 hezaran.(ÎLKHA)