Barzanî: “Divê di zûtirîn dem de tola xwîna şehîdên me were hildan”
Mesûd Barzanîyê Serokê PDKê piştî di êrîşa DAIŞê de candana Pêşmergeyan re peyamek belav kir.
Barzanî di peyama ku belav kir de ragihand, ji bo parastin û berevaniya li xak û niştimaniya me, pêwîst e pêdaçûn û hûrbîniya zêdetir di karûbarên hêzên Pêşmerge û hêlên berevaniyê de were kirin û rêkarên pêwîst li hember her kêmxemiyekê were stendin.
Barzanî di peyama xwe de ji bo malbata Pêşmergeyên ku di êrîşê de can dane sersaxîyên xwe anî zimên û destnîşan kir: “Divê di zûtirîn dem de tola xwîna şehîdên me were hildan.”(ÎLKHA)