PDK: Em wê midaxeleya ku li hilbijartinan hatiye kirin red dikin
Piştî ku encamên teqez ên hilbijartinên ku li tevahîya Iraqê hatin kirin re PDK di parlementoyê de 2 kursî winda kirin ku ji ber vê yekê ji teref Navend Giştî ya PDKê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
![PDK: Em wê midaxeleya ku li hilbijartinan hatiye kirin red dikin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/VgQ-gfbUVdUv1WZHx6Gl53r4EVI=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/21/48/pdk-em-we-midaxeleya-ku-li-hilbijartinan-hatiye-kirin-red-dikin-3a547e8f.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di daxuyanîya ku ji teref Navend Giştî ya PDKê ve hat belavkirin de rewşa herî dawî ya windakirina 2 kursîyan wek midaxeleya li hilbijartinan hat wesfandin.
Di berdewama daxuyanîyê de ji guhartina ku hat kirin re bertek hat nîşandan û dû re wiha hat gotin: “Em vê yekê red dikin û em di warê mafên gel û namzedan de bi israr in.”(ÎLKHA)