Li Çînê otobus û mînîbus li hev qelibîn: 8 kes mirin
Li eyaleta Anhuiya Çînê di qezaya trafîkê de 8 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li eyaleta Anhuîya rojhilatê Çînê otobus û mînîbusek ji ber sedemeke nediyar li hev qelibîn.
Di encama qezaya ku pêk hat de li gor tespîtên ewil 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn û birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê û hatin dermankirin. (ÎLKHA)