Serokomar Erdogan bi Welîehdê Îmaratê re hevdîtin kir
Serokomar Erdogan bi Welîehdê Ebû Dabî Bin Zayed re bi telefonê axivî.
Di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Welîehdê Ebû Dabiyê Şêx Muhammed Bin Zayed Al Nahyan de gavên ji bo başkirina têkiliyên her du welatan û mijarên herêmê hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da 50emîn salvegera Îmarata Ereban jî pîroz kir. (ÎLKHA)