Li Kocaelîyê qeza: 3 mirî
Li Îzmîtê wesayîtek li TIRa ku li kêleka rê sekinîbûn qelibî, di encama qezayê de 3 kes canê xwe ji dest dan.
Qeza doh êvarî derdora seat 22.00yan de li ser rêya Kandirayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 41 RR 510 a ku ajokarê wê Ahmet M. bû li TIRa bi plaqeya 41 AIK 568 a ku li kêleke rê sekinîbû qelibî.
Di encama qezayê de 3 xortên bi navê Ahmet. M., Sevban T.S. û Emîrxan T. Canê xwe ji xwe dan.
Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)