Ji rêveberên Îxwaul Muslîmin Hemdî Hesen di zindanên Misrê de şehîd bû
Yek ji rêveberên Îxwan Hamdî Hesen di 65 saliya xwe de di encama qetilkirina sîstematîk a rêveberiya Sîsî ya li zindanên Misrê de şehîd bû.
Li Misirê Ji rêveberên Rêxistina Birayên Misilman (Îxwan) Hamdî Hasan (65) li Girtîgeha Akrep a li başûrê paytext Qahîreyê şehîd bû.
Rojnamegerê Misrî Usame Javiş derheqê şehadeta Hesen de wiha got, "Hemdî Hesen piştî salên dirêj ên di girtîgehên Sîsî de bi neheqî hat girtin re koça dawî kir."
Çalakvanên Misrî jî “îşkence û kuştina sîstematîk” a li ser girtiyên siyasî şermezar kirin û sersaxî ji malbata Hesen re xwestin. Hasan ji 19'ê Tebaxa 2013'an û vir ve li Girtîgeha Akrepê girtî bû. (ÎLKHA)