• DOLAR 32.485
  • EURO 34.573
  • ALTIN 2483.262
  • ...
Xalid Meşal: Me soza rizgarkirina êsîran daye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kayîd El-Fusfus û Iyad El-Herîmî di zidanên rejima îşxalker de esîr in û 131 roj in ku di girêva birçîbûnê de ne.Ji teref rejima îşxalker ve hat gotin ku qirarên wan êsîran bê qebûlkirin û ew ê bênê azadkirin. Meşal jî telefonê malbata wan êsîran kir û di telefonê de weha xeber da, “Vê zafera wan qehremanan, zaferê hereketa esîrên ên di zindana îşxalker da ne.”

Meşal di xeberdana telafonê de weha got ku, ev esîrên ku grevê kirin di dema grevê de gelek tehdayî dîtin û bi mirinê re rûbirû man, lê dîsa jî dest ji berxwedanên xwe bernedan. Meşal di xeberdana xwe de got ku Hamas, çi bibe bila bibe ew ê esîrên zindanê tenê nehêle û em soz didin ji we re.

Malbatên Kayîd El-Fusfus û Iyad El-Herîmî jî ji ber kirina telefona Meşa lû ji ber pîrozbahîyê, ji Meşal re sipasîyên xwe şandin.  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir