• DOLAR 32.656
  • EURO 35.392
  • ALTIN 2475.83
  • ...
En-Nahyanê Emîrê Welîahtê MEYê diçe Tirkîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muhammed bîn Zayed û Serokkomar Erdogan di dema borî de bi hevdû re di telefonê de hevdîtin kiribûn, ji ber vê yekê tê destnîşankirin ku di hevdîtina ku dê  bê kirin de meseleyên îqtîsadî, herêmî, kûrewî û mûnasebetên dualî bên bi dest xistin.

Navbera Tirkîyê û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî ji ber; qrîza Qatarê, derbeya 15ê Tirmehê û çûndina Sedat Pekerê yên Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî nexweş bûbû.

Ji ber vê yekê Mewlût Çavûşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê, bi Abdullah bîn Zayîd en-Nahyanê Wezîrê Karên Derve yê MEYê  di telefonê de hevdîtin kiribûn. Piştî vê hevdîtinê Serokkomar Recep Tayyîb Erdogan di 18ê Tebaxê de bi Şêx Tahnoun bîn Zayed en-Nahyanê qebûl kiribû û bi hevdû re di telefonê de xeber dabûn. Ji ber vê yekê navbera Tirkîyê û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyê ber bi başbûnê ve diçe.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir