Tirkîye ji welatîyên xwe yên li Etîyopyayê re ji bona derketina welat bang kir
Sefareta Tirkîyê ya li Ababa Addîsa, ji ber zêdebûna pevçûna di nav hêzên artêş û îsyankaran de ji welatîyên xwe re ji bona ku ji Etîyopyayê derkevin bang kir.
Pevçûna ku di nav hêzên artêşa Etîyopyayê û Cepheya Xelasî ya Xelqên Tîgrayê de bişidet bû.
Di medyaya civakî ya Sefaretê de daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîya Sefaretê de weha hat gotin, “Li hember rewşa ewlehîya Etîyopyayê ji welatîyên xwe re bang dikin ku, welatîyên ku di nav welat da ne bila bi balafiran ji welat derkevin.”
Ji alîyê din digel daxuyanîyê telefon û e-posteyên Sefaretîyê jî hat belavkirin.
Tê zanîn ku hikûmeta Etîyopyayê di 2yê Mijdarê de ji ber êrîşên Cepheya Xelasî ya Xelqên Tîgrayê li welat rewşa neasayîyê îlan kiribû. (ÎLKHA)