• DOLAR 32.812
  • EURO 35.29
  • ALTIN 2442.529
  • ...
Tirkîye ji welatîyên xwe yên li Etîyopyayê re ji bona derketina welat bang kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pevçûna ku di nav hêzên artêşa Etîyopyayê û Cepheya Xelasî ya Xelqên Tîgrayê de bişidet bû.

Di medyaya civakî ya Sefaretê de daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîya Sefaretê de weha hat gotin, “Li hember rewşa ewlehîya Etîyopyayê ji welatîyên xwe re bang dikin ku, welatîyên ku di nav welat da ne bila bi balafiran ji welat derkevin.”

Ji alîyê din digel daxuyanîyê telefon û e-posteyên Sefaretîyê jî hat belavkirin.

Tê zanîn ku hikûmeta Etîyopyayê di 2yê Mijdarê de ji ber êrîşên Cepheya Xelasî ya Xelqên Tîgrayê li welat rewşa neasayîyê îlan kiribû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir